Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên G7, Rûsya Ser Tevgerên li Sînorê Ukrayna Hişyar Dikin


Wezîrên welatên G7 bi daxuyanîyeke hevbeş dîyar kirin ku tevgerên Rûsya yên li sînorê Ukrayna û li Qirim ya ‘’bi awayekî neqanûnî hatiye dagir kirin’’ fikaran çêdikin.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku tevgerên leşkerî yên mezin yên bê agahdarkirin çêdibin, dibin gef û bêîstîqrarîyê çêdikin.

Wezîrên Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Brîtanya, Amerîka û Yekîtîya Ewrupa (YE) bang li Rûsya kirin ku ‘’provokasyon’’ê biqedîne û li gor berpirsîyên navneteweyî girjîyê kêm bike.

Wan wezîran xwest ku Rûsya li gor berpirsîyên Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewrupa (OSCE) tevbigere.

Wezîrên dan zanîn ku ew piştgirîya serxwebûn û serwerîya Ukrayna dikin.

Wezareta Derve ya Amerîka jî ragihand ku Wezîr Antony Blinken û Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg ser ‘’êrîşvanî leşkerî’’ya Rûsya axifîne.

Rûsya dijî wan bangan îdia dike ku tevgerên yekîneyên wê bo berevanîyê ne.

Girjîya di navbera Rûsya û Ukrayna de ji 2014’an vir ve dewam dike û li gor raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) di pevçûnan de heta niha pirtir ji 13 hezar kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG