Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Hazirîyên li Nêzî Sînorê Ukrayna Didomîne


Rûsya hazirîyên xwe yên li nêzî sînorê Ukrayna didomîne.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Rûsya bo yekîneyên li nêzî sînor stokên xwînê şandine.

Reutersê ew agahî ji zarê sê karbidestên Amerîkî yên nexwestine navên wan were eşkere kirin, ragihand.

Ew karbidest dibêjin ku şandina stokên xwînê îspat dike ku Rûsya hazirîya şerê germ dike û dîyar dikin ku fikarên ser dagirkirina Rûsya zêdetir bûne.

Wezareta Berevanî ya Rûsya ser îdiayan ti bersîv neda.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg dîyar kir ku ew tevgerên Rûsya ji nêz ve dişopînin.

Stoltenberg got ger pêwîst be ew bo zêdekirina leşkerên li rojhilata Ewrupa hazir in.

Wî dîyar kir ku Rûsya dikare sabotajê yan êrîşên sîber jî bike.

XS
SM
MD
LG