Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Ew Hin Yekîneyên Xwe ji Sînorê Ukrayna Vedikişîne


Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Sêşemê ragihand ku hin yekîneyên Rûsya yên nêzî sînorê Ukrayna vedigerin bingehên xwe.

Reutersê ew agahî ji zarê Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand.

Ajansa Interfax ya Rûsya jî da zanîn ku hin yekîneyên leşkerî piştî temamkirina hîndarîyan vedigerin bingehên xwe yên sereke.

Lê, ji alîyê din ve Amerîka û Brîtanya dibêjin ku Rûsya dikare her kêlîkê dest bi dagirkirina Ukrayna bike.

Wezîra Derve ya Brîtanya Liz Truss got bo ew bêjin ti plana Moskowê ser dagirkirinê tune divê ew hemî yekîneyên xwe ji sînorê Ukrayna vekişîne.

Wezareta Berevanî ya Rûsya dibêje bo ew hin kelûpelên leşkerî rakin ewê hin kamyonan bixebitînin û dide zanîn ku hin yekîne jî wê bi meşê herin bingehên xwe.

Rûsya li nêzî sînorê Ukrayna bi qasî 100,000 kom kiribû û Amerîka û welatên rojava dîyar kiribûn ku Moskow hazirîya dagirkirina Ukrayna dike, lê karbidestên Rûs ew îdia red kiribûn.

XS
SM
MD
LG