Wezareta Derve ya Rûsya ragihand ku ewê hêzên Rûs li Ukrayna çekên navokî nexebitînin.
Berdevikê Wezareta Derve ya Rûsya Alexei Zaitsev roja Înê da zanîn ku ew dê li Ukrayna çekên navokî bi kar neynin.
Zaitsev ji rojnamevanan re dîyar kir ku operasyona taybet ya Rûsya ya li Ukrayna didome û da zanîn ku di rojeva wan de karanîna çekên navokî tune.
Karbidestên Amerîka û welatên Rojava dibêjin Rûsya li Ukrayna li gor daxwazên xwe bi ser neketiye û balê dikişînin ser egera karanîna çekên navokî.
Dîrektorê CIA’yê William Burns di 14’ê Nîsanê de gotibû ku gava ew rewişa Rûsya ya li Ukrayna binêrin, ew nikarin bi awayekî xemsar egera karanîna çekên navokî binêrin.