Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Danûstandinên Aştîyê yên bi Ukrayna re Didomin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku danûstandinên aştîyê yên Rûsya û Ukrayna didomin.

Reutersê ew agahî ji zarê pêşengê danûstandinerên Rûs Vladimir Medenisky ragihand.

Moskow û Kîevê di rojên borî de hevdu ser pûçkirina danûstandinên aştîyê tawanbar kiribûn.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê destpê kir. Rêvebirên her du alîyan jimareke caran bo agirbestê hevdîtin çêkirin, lê li hev nekirin.

Rûsya ser kirên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava wan kiran wek dagirkirin dibînin û dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînin.

XS
SM
MD
LG