Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Rûsya û Ukrayna ti danûstandinê nakin.
Reutersê ew agahî ji zarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Andrey Rudenko ragihand.
Rudenko da zanîn ku di navbera wan û Ukrayna ti danûstandineke nû tune.
Wî dîyar kir ku Ukrayna ji peyvajoya danûstandinan vekişîye.
Karbidestên Rûsya û Ukrayna di rojên borî de bi navbeynkarîya Tirkîyê kom bûbûn, lê ji civîna wan ser aştîyê ti encama erênî derneketibû.
Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir.
Karbidestên her du alîyan her çiqas bi navbeynkarîya Tirkîyê kom bûn jî, ji civîna wan bo aştîyê ti encama erênî derneket.