Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Ger Ukrayna Avaker Be Moskow bo Danûstandinan Amade Ye


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Rûsya bo danûstandinên aştîyê yên bi Ukrayna re hazir e.

Reutersê ew agahî ji zarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Andrey Rudanko ragihand.

Rudanko dîyar kir ku ger Ukrayna helwesteke avaker nîşan bide ewê dest bi danûstandinên aştîyê bikin.

Rudenko da zanîn ku nîqaşên ser guherandina dîlgirtîyan didomin.

Wî dîyar kir ku ew nikarin guhê xwe nedin danûstandinên ser guherandina dîlgirtîyan.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir.

Karbidestên her du dewletan di rojên borî de bi navbeynkarîya Tirkîyê kom bûn, lê ji civîna wan bo aştîyê ti encama erênî derneket.

XS
SM
MD
LG