Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Rûsya li Ukrayna çar firokên leşkerî yên Ukrayna xistine xwarê.
Reutersê ev agahî ji zarê Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand.
Hêzên Rûsî, wek îdîa dike ku wan firokên Su-25, Su-24 û Mig-29 ku ji dema Sovyetê mane li Donetsk ya li rojhilata Ukrayna xistin xwarê.
Wezareta Berevanî ya Rûsya agahîya ser xistina firokan di preskonferanseke de, li Mykolaiv ya li başûrê Ukrayna ragihand.
Reutersê da zanîn ku wê nekarîye agahîya Wezareta Berevanî ya Rûsya bi awayekî serbixwe piştrast bike.
Şerê Rûsya û Ukrayna di 24'ê Sibatê de destpê kir. Rûsya ser kiryarên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava wan tevgeran wek dagirkirin dibînîn û dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînin.