Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Rûsya û Ukrayna Ser Krîza Xwarinê li Tirkîyê Dicivin


UKRAINE-CRISIS/RUSSIA-FOOD-UN
UKRAINE-CRISIS/RUSSIA-FOOD-UN

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku şandeya Rûs bo danûstandinên ser derxistina dexilên li Ukrayna îro Çarşemê derbazî Stenbol ya Tirkîyê bûn.

Reutersê dîyar ku şandeya Rûs dê bi karbidestên Tirk, Ukraynî û nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) re bicive.

Rûsya di 24’ê Sibatê de dest bi dagirkirina Ukrayna kir û Tirkîye ji wê çaxê vir ve bi NY’ê re hewil dide ku bo ew dexilan derxin lihevkirin çêbe ku welatên cîhanê ji destpêka şer vir ve bi krîza xwarinê re rûbirû mane.

Wezîrê Berevanî ya Tirkîyê Hulusî Akar do Sêşemê danûstandinên dawî eşkere kirin.
Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres jî do Sêşemê da zanîn ku bo lihevkirinek çêbe ew pir dixebitin lê dîyar kir ku rêka wan hîn dirêj e.

Ukrayna û Rûsya bi taybetî di firotana gênim de li cîhanê di rêza pêş de ne.
Karbidestên Tirkîyê û NY’ê hewil didin ku di ser lihevkirinê re bo derxistina dexilan ew korîdorekê çêkin.

Berpirsên Rûs dibêjin ew hazir in ku seferên gemîyên hêsan bikin, lê ew dixwazin bo rê li ber qaçaxçitîya çekan bigirin, gemîyan jî kontrol bikin.

XS
SM
MD
LG