Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Leşkerên Ukraynî Hewil Didin Zaporizhzia bi Dest Xwe Xin


Wezareta Berevanî ya Rûsya îro Pêncşemê ragihand ku leşkerên Ukrayna hewil dane kargeha navokî ya Zaporizhzhia bixin bin kontrola xwe.

Kargohî navokî ya Zaporizhzhia, ku li Ewrupa kargeha navokî ya herî mezî mezin e, ji meha Adarê vir ve di bin kontrola hêzên Rûs de ye.

Li gor daxuyanîya Wezareta Berevanî ya Rûsya, bi qasî 60 leşkrên Ukrayna bi saeta herêmî di 06:00 de hewil dane bi botan Çemê Dnipro derbaz bikin.

Karbidestên Rûs dan zanîn ku berpirsên Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomê (IAEA) dê serdana kargehê bikin û dîyar kirin ku karê Ukrayna dike provokasyon e.

Wezarata Berevanî ya Rûsya dîyar kir ku hêzên Rûs bo leşkerên Ukraynî pûç bikin karên esmanî yên leşkerî jî di nav de hin tedbîr sitandine.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku wê nekarîya wan agahîyan bi awayekî serbixwe piştrast bike.

XS
SM
MD
LG