General Mike Milley, şîretvanê leşkerî yê Serokê Amerîka Joe Biden dîyar kir ku di şerê li Ukrayna de 100,000 leşkerên Rûs birîndar bûne yan hatine kuştin.
General Milley da zanîn ku hejmara wendayên artêşa Ukrayna jî bi heman rengî ye.
Milley, ku di artêşa Amerîkî de generalê herî payabilind e, da zanîn ku bi qasî 40,000 sîvîlan jî di pevçûnan de canên xwe ji dest dane.
Ew hejmarên Milley dane bilindtirîn hejmar in ku karbidestekî Rojavayî bo şerê Rûsya û Ukrayna dane.
General Milley da zanîn ku giranîya hejmarên wendayên dikare Moskow û Kîevê îqna bike ku ew li maseya danûstandinê rûnin.
Rûsya û Ukrayna ser hejmara kuştî û birîndaran daxuyanîyan nadin.
Moskowê herî dawî di meha Îlonê de ser leşkerên kuştî daxuyanî dabû.
Kremlînê dabû zanîn ku di cengê de bi qasî 6,000 leşkerên Rûs hatine kuştin.
General Mike Milley: Di Şerê Ukrayna de 200,000 Leşker Hatine Kuştin yan Birîndar Bûne
