Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Marîn Dibêje Şerê li Ukrayna Nîşan Da ku Ewrupa Zêde Girêdayî Amerîka Ye


Serokwezîra Fînlandîya Sanna Marin got ku dagirkerîya Rûsya ya li Ukrayna nîşan daye ku Ewrupa bo ewlekarîya xwe zêde girêdayî Amerîka ye.

Marin li sazîyeke ramanê ya Australîa got ku Ewrupa, sazkirina çekan jî di nav de, divê karên xwe berevanîyê pirtir bike.

‘’Eger ez bi awayekî dirust bibêjim, Ewrupa niha ne hêzdar e. Ne Amerîka bûya wê serê me di nava belayan de bûya’,’

Marin dîyar kir ku Amerîka gelek çek dane Ukrayna, bi awayekî diravî jî alîkarî dane Kîevê, lê Ewrupa ne xurt e.

Serokwezîra Fînlandî di rojên borî de jî gotibû ku Ewrupa bo teknolojîyê zêde girêdayî Çînê ye û divê Ewrupa zêdetir bala xwe bide ser karên wek kuantumê.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Fînlandîya û Swêdê piştî şerê Rûsya û Ukrayna jibo endamtîya fermî serî li NATO dabûn û jibo her du dewletan prosesa endamtîyê hîn didome.

XS
SM
MD
LG