Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Careke Din bi Muşekan Êrîşan Dibe Ser Bajarên Ukrayna


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Rûsya îro Duşemê êrîşên muşekî birine ser Ukrayna.

Reutersê da zanîn ku bi pêla dawî ya êrîşa muşekî re li Kîev ya paytext ya û li bajarên din alarm lêketine.

Karbidestên Ukraynî ser kuştî û birîndaran hîn ti agahî nedane.

Li gor wan karbidestan, bi êrîşa muşekî re sîstemên berevanîyê xebitîne û hin muşek li jor peqîne.

Rûsya di demên dawî de bi taybetî bi dron û muşekan êrîşan dibe ser binesazîyan bajaran.

Ukrayna dide zanîn ku Rûsya dixwaze bi qutkirina xetên enerjîyê bo jîyana sîvîlan dijwarîyan çêke.

Kîev bang li welatên Rojavayî dike ku bo xurtkirina berevanîya esmanî alîkarîya Ukrayna bikin.

XS
SM
MD
LG