Ukrayna îro Duşemê îro Duşemê ji dadgeha bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) bo rawestandina şerê ser axa xwe daxwaz kir, bi îdiaya ku Rûsyayê bi derewan qanûna jenosîde kar anîye ku dagirkerîya xwe rewa bike.
Nûnerê Ukraynayê Anton Korynevych bang li dadgehê kir ku fermanê bide Rûsya ku êrîşa xwe ya wêranker ya dijî Ukrayna rawestîne.
"Rastîya ku kursîyên Rûsyayê vala ne, bixwe bi rengekî berbiçav dipeyîve. Ew li vê dadgehê nine: e w li qada şer in û dijî welatê min şerekî dijwar dimeşînin."
Korynevych ji dadwerên Dadgeha Navnetewî ya Dadmendîyê (ICJ) re got ku divê Rûsya were rawestandin û rola dadgehê di rawestandina wê heye.
Rûniştina li ICJ bê nûnertîya hiqûqî ya Rûsyayê pêk hat, jiber ku ew dadgehê boykot dike.
Dadgehê da zanîn ku ew jiber nebeşdarbûna Rûsyayê xemgîn e.
We ragihand ku piştî ku îro gotarên xwe biqedîne, wê dest bi nîqaşan bike û di demek zû de, biryarê bide.