Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Rûsî Êrîşên Ser Kîevê Tundtir Dikin


Dimeneke ji Kîev ya paytexta Ukrayna 16 Adar, 2022
Dimeneke ji Kîev ya paytexta Ukrayna 16 Adar, 2022

Hêzên leşkerî yên Rûsya îro Çarşemê êrîşên xwe yên ser herêma paytexta Ukrayna û bajarên din yên mezin didomînin.

Li navenda paytex Kîevê şarapnelên topan li avahîyeke 12 qatî ket, qata jorîn hilweşand û şewat derket.

Ajansa rizgarkirin û hawarçûnê ya Kîevê ragihand ku du qurbanî hene, bêyî ku bêje ka birîndar bûne yan hatine kuştin.

Serokê herêma Kîevê Oleksiy Kuleba ragihand ku hêzên Rûsî şer li taxên paytextê, bi taybet jî li derdora bajarokê Bucha û otobanek ku ber bi rojava ve diçe tundtir kirine.

Hat ragihandin ku 12 bajarokên li derdora Kîevê bê av û şeş jî bê germahî mane.

Li seranserê herêma paytext, "kreş, muzexane, dêr, avahîyên sivîlan bûnê armanca êrîşan û binesazî jiber êrîşên bêdawî zararê dibînin", Kuleba got.

Wî got ku leşkerên Rûsî hewl didin ku rêkên veguhestinê ya Kîevê qut bikin û şiyanên lojîstîkî têk bibin, hevdem ew plana êrîşek berfireh ya bo girtina paytextê dikin.

Kuleba da zanîn ku bajarê Ivankiv ya 80 kîlometre li bakurê Kîevê ye dagir kirine û herwiha kontrola herema derdorê li ser sînorê bi Belarusê re, bi dest xistine.

Ofîsa Zelenskyy jî îro ragihand ku hêzên Ukraynî hewildanên Rûsya yên bo ketina bajarê Kharkiv têk birine; ya ku di 24 saetên dawî de bênavber hat topbaran kirin û duh şev teqînek bihêz rû da.

Berdevikê wezareta Berevanîya Rûsya Igor Konashenkov îdia kir ku hêzên Rûsî heya niha 111 firokên Ukraynî, 160 dron û zêdetirî 1.000 tank û maşînên din yên leşkerî têk birine.

Daxuyanîyên rojane yên artêşa Rûsî yên ser şer bi taybet balê dikişîne ser rewşa li herêmên Donetsk û Luhansk yên di bin destê cudaxwazan û armancên leşkerî yên Ukrayna, lê di derbarê êrîşên dijî sivîlan de ti agahî eşkere nakin.

Li gor ofîsa Zelenskyy, li bajarê Mariupolê yê dorpêçkirî rewş hineke aram bûye, jiber ku 20.000 kes roja Sêşemê karîbûn bi 4.000 meşînan birevin.

XS
SM
MD
LG