Kremlînê îro Duşemê dîyar kir ku ew daxuyanîyên balyozê Kîevê yê li Londonê wek nîşaneke fermî ya di helwesta Ukraynayê ya bo daxwaza tevlêbûna NATO'yê nabîne.
Lê, Kremlînê destnîşan kir ku heke Kîev dev ji nêta xwe ya endamtîya NATO'yê berde, wê ev gava bo çareserîya fîkarên ewlehîyê yên Rûsyayê bi rengekî berbiçav alîkarîyê bike.
Balyozê Ukrayna yê li Brîtanya Vadym Prystaiko îro ser gotarên derbarê îhtîmala vekişîna daxwaza Ukrayna ya ser endamtîya NATO'yê gotibû ku ew tevlêbûna NATO'yê jinûve nayînin rojevê .
"Em niha ne endamê NATO'yê ne û bi armanca pêşîgirtina şerekî em bo gelek tawîzan amade ne û tiştê ku em di danûstandinên bi Rûsan re dikin ev e," Prystaiko got.
Wî eşkere kir ku Ukrayna niha ne di malbata NATO'yê de ye, jiber vê yekê jî ew li rêke din dinêrin, mîna peymanên dualî yên Brîtanya û Amerîka re ku ew ji vê pêyvajoya dijwar ya taybet de bi rengekî rast derkevin.