Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zakharova: Şandina Sîstemên Berevanîya Esmanî ji Ukrayna re Rewşê Xirabtir Bike


Berdevika wezareta derve ya Rûsya Maria Zakharova
Berdevika wezareta derve ya Rûsya Maria Zakharova

Wezareta Derve ya Rûsya îro Pêncşemê ragihand ku dayîna sîstemên berevanîya esmanî bo Ukrayna wê bibe sedema bêaramîyê û wê aştîyê neyîne welêt.

Berdevika wezareta derve ya Rûsya Maria Zakharova di preskonferanseke got ku "dayîna berhemên bi vî rengî wê bibe sedema bêaramîyê ku bê guman wê aştiyê neyne Ukrayna."

Zakharova bi berdewamî dîyar kir ku di pêyvajoyeke dirêj de, ew dikarin bibin sedema encamên pir xeter.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy duh Çarşemê ji Kongresa Amerîka re gotareke onlaynî peşkeş kir û herwiha ji qanûndanerên Amerîkî daxwaza alîkarîyê kir.

Zelenskyy qanûndanerên Amerîkî herêmeke bêfirin ya ser Ukrayna û pirtir firoken şer û sîstemên berevanîyê xwest.

XS
SM
MD
LG