Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje bi Qasî 1000 Çekdarên Ukraynî Xwe Radest Kirin


Ajansa nûçeyên ya Reutersê ragihand ku ji Duşemê vir ve bi qasî 1000 çekdarên Ukraynî yên li tesîsa Azovstal ya Mariupolê xwe radest kirine.

Reutersê ew agahî ji zarê Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand.

Wezareta Berevanî ya Rûsya da zanîn ku heta niha 959 çekdarên Ukraynî xwe radest kirine û ji wan 80 çekdar birîndar in.

Li gor daxuyanîya wê wezaretê, Rûsya li Soledar ya herêma Donetskê jî muşekan êrîş li dar xistine.

Wezaret dide zanîn ku Rûsya êrîş birine ser çekdarên bîyan jî û dîyar dike ku hin firok û sîstemên muşekan yên Ukrayna jî hatine ruxandin.

Reutersê dîyar kir ku wê nekarîye wan agahîyan bi awayekî serbixwe piştrast bike.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir. Rûsya ser kirên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava wê wek dagirkirin dibînin.

XS
SM
MD
LG