Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku dadgeha Rûya jiber tekstên ser şerê li Ukrayna ceza daye Wikimedia Foundation ku malpera pêzanîn û agahîdarîyê, Wikipedia bi rê ve dibe.
Reutersê da zanîn ku cezayê jiber nivîsên li Wikpedia ya girêdayî Weqfa Wikimedia hatiye birîn 2 mîlyon ruble (32,600 dolar) e.
Berdevikê Weqfa Wikimedia ya li Rûsya Stanislav Kozlovsky dîyar kir ku Rûsya xwestiye ku ew nivîsên ser şer werin rakirin, lê wan ew nivîs ranekirine.
Kozlovsky da zanîn ku ewê ser cezayê hatiye birîn îtirazê bikin.
Ew tekstên li ser Wikipedia derbarê berxwedana sîvîl ya Ukraynîyan e û Rûsya wek dagirker bi nav dike.
Rûsya ser tevgerên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e.
Di meha Nîsanê de jî dadgeheke Rûs jiber tawanên bi heman rengî 5 mîlyon ruble ceza li Weqfa Wikimedia birîbû.