Rûsya, Balyozê Yunanistanê Andreas Friganas vexwend Wezareta Derve û ji wî re dîyar kir ku wan jî bersîva derxistina dîplomatên Rûs ji Yunanistanê, daye.
Di agahdarkirina dîplomatîk de, karbidestên Friganas re hat gotin ku Rûsya bersîveke wekhev daye Yunanistanê.
Di agahdarkirinê de navê dîplomatên Yunan dê ji Rûsya werin derxistin nehat dayîn û ne dîyar e ku ewê heta kengî ji Rûsya derkevin.
Yunanistanê di meha Tîrmehê de du dîplomatên Rûs ji welêt derxistibûn û bo du dîplomatên din jî qedexeya ketina hindurê Yunanistanê ragihandibû.
Atîna dabû zanîn ku dîplomatên Rûs bertîlan didin berpirsan û piştgirîyê didin protestoyên dijî peymana navê Makedonya.
Wezareta Derve ya Rûsya dabû zanîn ku Yunanistan şaşîyan dike û dîyar kiribû ku ewê bi encamên wan şaşîyan re rû bi rû bimîne.
Wezareta Dere ya Yunanistanê jî bang li Moskowê kiribû mudaxeleyî karên navxweyî yên welatekî din nebe.