Şaredarê bajarokê Rutbah ya ser tixubê Urdunê, Imad al-Rishawy ji ajansa AP re dibêje, nêzîkî 200 rûniştvan ji alîyê DAIŞê ve hatin desteser kirin û ji cîhekî nedîyar re hatin birin.
Rishawy xema xwe dîyar kir ku agahî ji kesên girtî nayê wergirtin û gelê bajêr ditirse ku ew kes hatibin kuştin.
Kêşeya li bajarokê Rutbah ya li parêzgeha Anbar roja Şemîyê destpê kir, piştî ku endamên DAIŞê rûniştvanekî bajêr kuşt ku ew jî jiber xundarîya eşirî endamekî DAIŞê kuştibû.
Bi sedan rûniştvan, piştî kuştinkarîyê derketibûn kolananên ku wê kiryarê şermezar bikin û pevçûn di navbera xwepêşander û endamên DAIŞê derketibûn.
Karbidestekî din yê xwecihî jî ragihandibû ku DAIŞê roja Şemîyê 70 rûniştvanê bajêr binçav kirin û 100 kesên din jî, wek ceza 24 seet girêdabû stunên çirayên kolanan.