Sekreterê Giştî yê NATO Mark Rutte bang li Almanya kir ku budçeya jibo berevanîya leşkerî zêdetir bike.
Rutte ji Rojnameya Bild re got gava ew li mezinîya aborîya Almanya dinêrin ew daxwazeke wisa dikin.
Wî bi berdewamî dîyar kir ku Almanya ji destpêka Şerê Ukrayna vir ve ‘’gelek tiştên rast’’ kirine û got ku piştgirîya Berlînê ya jibo Kîevê û li Lîtvanya bicîhkirina leşkeran dijî helwesta êrîşkar ya Rûsya gavên girîng in.
Rutte bang li Almanya kir ku lezê bide çêkirina çekan.
‘’Divê em xwe jibo şer hazir bikin. Rêka herî baş ya şernekirinê ev e.’’
Wî got tekane metirsî ne Rûsya ye û bal kişand ku Çîn jî kapasîyeta xwe ya leşkerî bi awayekî berbiçav mezintir dike.
Endamên NATO ser budçeya jibo berevanîyê nîqaşan dikin.
Li gor şertên niha endamên NATO 2 ji sedê qezancên welêt jibo berevanîyê vediqetînin.
Rutte dîyar kir ku ewê di demên pêş de rêjeya jibo berevanîyê hîn zêdetir bikin.
Serokê Amerîka Donald Trump israr dike ku rêje rabe 5 ji sedê.
Endamên NATO wê meha Hezîranê biryara ser rêjeya jibo berevanîyê bidin.
Jêder: DPA, DW