Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rutte Ser Hevkarîya Rûsya ya bi Çîn, Koreya Bakur û Îranê re Hişyarî Dide


Sekreterê Giştî yê NATO Mark Rutte îro Sêşemê dîyar kir ku hevkarîya aborî û leşkerî ya Rûsya ya bi Çîn, Koreya Bakur û Îranê re dijî Ewrupa, Hînd-Pasîfîk û Amerîkaya Bakur gefan çêdike.

Rutte berî civîna bi Serkê Fransa Emmanuel Macron re got yekîtîya transatlantîk û domandina piştgirîya jibo Ukrayna girîng e.

Gotinên wî di vê demê de tên ku Serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump jibo gera xwe ya nû hazirî dike.

‘’Çîn piştgirî dide aborîya Rûsya, kargehên wê yên berevanîyê û gotinên wê yên li qada navneteweyî xurt dike. Rûsya ya bi Koreya Bakur, Îran û Çînê re dixebite, ne tenê dijî aştî û ewlekarîya Ewrupa, dijî ya Hînd-Pasîfîk û Amerîkaya Bakur jî gefan dixwe.’’

Trump rêjeya piştgirîya dewletên Rojavayî ya jibo Kîevê rexne kir û bê ku eşkere bike ku ewê çawa bike dîyar kir ku ewê dawî li şerê Ukrayna bîne.

Piştî serketina Trump ya di hilbijartinan de jibo Ukrayna û dewletên din ser piştgirîya Washingtonê ya seba Kîevê fikar çêbûne.

Rûsya ku Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukraya kir pêşveçûna xwe didomîne.

Ukrayna ragihand ku hêzên wê heftya borî bi leşkerên Koreya Bakur re pev çûne ku li gor texmînan li Kurskê 11,000 leşkerên wî welatî hatine bi cîh kirin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG