Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rutte Ser Şerê li Ukrayna Banga Aştîyeke Mayînde Dike


Sekreterê Giştî yê NATO Mark Rutte îro Pêncşemê got ku ger li Ukrayna aştî çêbe divê ew mayînde be.

Rutte li Brukselê ser danûstandinên jibo aştîya li Ukrayna dîyar kir ku divê Kîev jî beşdarî li hemî hevdîtinan bike.

‘’Ji danûstandinan çi derkeve bila derkeve, ya girîng ew e ku tiştê derketî mayînde be.’’

Wî got ku yek ji xalên girîng jî ew e ku Ukrayna beşdarî li hemî tiştên ser Ukrayna bike.

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ew ser danûstandinên derbarê aştîyê bi Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy re axifîye.

Tump got ku li gor nêrîna wî Putin dixwaze ku dawî li şerê li Ukrayna were.

Zelenskyy jî dîyar kir ku Trump ser axaftina bi Putin re agahî dane wî û ew û rêberê Amerîkî ser aştîyeke mayînde axifîne.

Rûsya dawîya Sibata 2022’yan re dest bi dagirkirina Ukrayna kir.

Amerîka û hevbendên wê yên Ewrupî dijî dagirkerîya Rûsya piştgirî dan Ukrayna.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG