Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte dê hefteya bê serdana Washington ya Amerîka bike.
Rutte dê tevî wezîrê xwe yê derve Wopke Hokestra bi Serokê Amerîka Joe Biden re bicive.
Medyaya Holanda dîyar kir ku Rutte û Biden dê ser peywendîyên aborî biaxifin.
Çaverê ye her du rêber ser şerê li Ukrayna jî danûstandinê bikin.
Rutte herî dawî di sala 2019’an de dema serok Donald Trump bû serdana Amerîka kiribû.
Jêder: Reuters