Sekreterê Giştî yê NATO Mark Rutte îro Pêncşemê got ku peywendîyên pêşveçûyî yên Rûsya û Koreya Bakur dijî Amerîka û Ewrupa gefan çêdikin.
Rutte, ku li Budapeşte bi rêberên Ewrupî re kom bû, dîyar kir ku hevkarîya Rûsya û Koreya Bakur gihîştiye asteke metirsîdar.
‘’Rûsya li hember alîkarîyên Koreya Bakur yên jibo şerê li Ukrayna teknolojîya dawî dide Koreya Bakur ku ev yek jî ne tenê ji parçeya Ewrupî ya NATO, lê jibo Amerîka jî gef e.’’
Wî got ku ew li bendê ye ku Serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump dest bi kar bike û ew bi wî re dijî wan gefan bixebite.
Rutte do Çarşemê di peyama pîrozkirinê de gotibû ku endamên NATO jiber rexneyên bi israr yên Trump budçeya jibo lêçûnên leşkerî zêde kirine.
Trump di salên borî de NATO rexne kiribû û gotibû ku endamên Ewrupî jibo berevanîyê budçeyeke kêm radikin.
Dema kempeyna hilbijartinê, Trump jimareke caran got ku bi tenê ger endamên Ewrupî jibo berevanîyê zêdetir budçeyê bidin ewê Amerka endamên hevpeymanîyê ji êrîşa Rûsya ya siberojê biparêze.
Jêder: Reuters