Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endazyarê Jenosîda Rwandayê Mir


Theoneste Bagosora li dema dadgehkirinê li Tanzanyayê. 24'ê Okotobera 2005'an.
Theoneste Bagosora li dema dadgehkirinê li Tanzanyayê. 24'ê Okotobera 2005'an.

Theonesta Bagosora, serbazê berê yê artêşa Rwandayê ku wekî endazyarê jenodîsa sala 1994'an tê nasîn, roja Şemîyê li nexweşxaneyekê li Malî mir.

Di wê jenosîdê de bêtirî 800 hezar kes ji netewa Tutsî û Hutu yên ku parastina Tutsîyan dikir, hatibûn kuştin.

Jiber tawanên dijî miovahîyê, cezaya zindanê 35 salan li Bagosora yê 80 salî ji alîya Dadgeha Tawanan ya jibo Rwandayê, hatibû birîn

Bagosora, di sala 1993’an de wekî rêvebirê kabîneyê li wezareta berevanîyê hatibû destnîşan kirin. Ew bûbû berpirsê karûbarên welêt, piştî ku serokê wê çaxê Juvenal Habyarimana di dema xistina firokeya xwe de hatibû kuştin.

Bagosora bi dayîna fermana komkujîyên dijî Tutsî hatibû tawanbar kirin.

Piştî jenosîdê, Bagosora revîya Kamerûnê. Li wir, sala 1996’an hatibûn girtin û paşê ew bi mebesta dadgehkirinê di sala 1997’an de ji Tanzanyayê re hatibû şandin.

Dadgehkirina wî sala 2002’an destpê kiribû û heta sala 2007’an dom kiribû.

XS
SM
MD
LG