Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîsê Bîngol li Benda Azadbûnê Ye


Sîsê Bîngol, pîrejina ji Vartoya Mûşê li Tirkiyê girtîye
Sîsê Bîngol, pîrejina ji Vartoya Mûşê li Tirkiyê girtîye

Pîra Sîsê ji gundê navça Varto'ya Mûşê ye. Di sala 2016'an de bi hiceta ku alikariya rêxistina PKK kiriye hat girtin. Du meh û nîv de Girtîgeha Mûşê de ma û jiber gelek nexweşiyan serbest hat berdan.

Lê doza wê di Nîsana 2017'an de bi encam bû û 4 sal cezayê hepsê li wê hat birîn. Ew niha li Tarsûsê di girtîgehê de ye û 1 sal û 7 meh cezayê wê heye. Ji tansiyona bilind, heta şekir, nexweşiya gurçikan gelek nexweşiyên wê hene.

Serdana parêzer û malbatên wê yên jibo azadiya wê bê encam ma. Evuqat Gulşen Ozbek dibêje, dixwazin serî li Dadgeha Bilind bidin lê jibo wê rapora saxlemiyê pêwîste. Herwisa dide zanîn Nexweşxaneya Tarsûsê digel gelek nexweşiyan di rapora saxlemiyê de gotine "nexweşiyên wê ne astengin jibo mayîna di girtîgehê de"

Ew dibêje, Pîra Sîsê jiber şertên giran yên çûn û hatina nexweşxaneyê êdî naxwaze carek din bikevin nav proseyek nû ya rapora saxlemiyê.

Keça Pîra Sîsê jî dibêje êdî ne hêviya wê ne jî ya diya wê maye ku ew serbest bihê berdan.

Li gorî lêkolînên Komela Mafê Mirovan neha li Tirkiyê 1154 girtîyên nexweş hene ku, rewşa 402 kesan girane.

Tê destnîşankirin di nav pênc salên dawî de li Tirkiyê 451 yek girtîyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan.

Rapora Xecîcan Farqîn 30 07 2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:06 0:00

XS
SM
MD
LG