Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Asta Pêgirîya Civaka Navnetewî bi Çareserkirina Rewşa Sûrîyê


Serokê Amerîka Joe Biden cezayên yekalî yên Amerîkî li dijî Sûrîyê bo saleke din dirêj kirin, di demekê de ku hikûmeta Sûrîyê plan dike roja 26ê vê mehê hilbijartinên serokayetîyê li dar bixe.

Cezayên Amerîkî yên li dijî rêjîma Sûrîyê bi piranîya xwe li dijî kesîtîyên destnîşankirî û dezgeh û alîyên girêdayî rêjîma Beşar Esad de ne.

Amerîka dibêje li ser rêjîma Esad û kiryarên wê dimîne ka ev ceza dê werin rakirin yan na.

Li alîyekî din, hefteya borî wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken got ku gruba 7 welatên pîşesazî yên mezin careke din pêgirîya xwe li dor çareserîyeke sîyasî ya jibo bidawîkirina şerê Sûrîyê anîne ziman.

Amerîka û civaka navnetewî ji rejîma Esad û piştgirên wê dixazin ku tundîya li dijî xelkê Sûrîyê rawestînin. Ew daxwaza agibesteke li seranserî welêt dikin û dibêjin divê rêyên alîkarîyên mirovahî jibo sivîlan werin kirin û lihevkirineke siyasî li ser bingeha biryara Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî ya 2254 were pêkanîn.

Civaka navnetewî û di serî de Amerîka ya serok Joe Biden çi plan ji bo Sûrîyê hene?

Rewşa Sûrîyê dikare çawa derbazî ser rêyekê bibe ku êdî hêvî li ser werin girêdan?

Nakokîyên welatên mezin ên wek Amerîka û Rûsya û herwiha welatên herêmî yên wek Tirkîyê û Îranê çiqas bandoreke rasteraste dane ser hebûna çareserîyekê jibo Sûrîyê?

Çareserîya siyasî ji ku destpê dike û alîyên Sûrî çiqas amade ne bigihin hev?

Bernameya Hest û Helwest vê mijarê bi nivîskarê siyasî Selah Bedredîn re gotûbêj dike.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng vekin:

Hest û Helwest 4/11/2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00

XS
SM
MD
LG