Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Nakokiyên li dor Nivîsandina Destûreke Nû ji bo Sûriyê


Hest û Helwest
Hest û Helwest

Nivîsandina Destûreke nû ji bo Sûriyê yek ji xalên herî sereke yên ku rêjîm û opozisyon li ser wê nakok in.

Neteweyên Yekgirtî, bû demeke dirêj e hewil dide komîtekê ava bike ji bo nivîsandina destûr, lê hewildanên wê ta vê gavê serneketine.

Di demekê de ku ewqas nakokî li dor duristkirina komîtekê derdikevin pêş, şîrovekar pirsan datînin ber serkeftina vê komîtê, heta ku were damezrandin jî.

Sûriyê pêwîstî bi destûreke çawa heye û komîteke ji 150 kesên ne lihev çawa dikare destûreke bi rêk û pêk ji xelkê Sûriyê re deyne.

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan vê mijarê şîrove dike: Farûq Hecî Mistefa, rêvebirê Navenda Berçav a Medya û Azadiyan ku li Sûriyê dimîne û Fewaz Mehmûd şîrovekarê siyasî ku li Tirkiyê dimîne

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 12 03 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:27:51 0:00

XS
SM
MD
LG