Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya di 2019’an de Sîstema S-400 Dê Pêşkêşî Tirkîyê Bike


Sîstema berevanî ya muşakan ya S-400
Sîstema berevanî ya muşakan ya S-400

Ajansa Interfaks ya Rûsî îro ragihand ku Rûsya di sala 2019’an de sîstema berevanî ya muşakan ya S-400 wê radestî Tirkîyê bike.

Ajsansa Rûsî ji zarê kompanya Rosoboroneksport ya derfirotina çekan da zanîn ku ewê li şûna dolara Amerîkî, bi dirava welatên kirîyar, bazirganî bikin.

Hêjayî balkişandinê ye ku Amerîka pir caran xema xwe li ser plana Tirkîyê ya kirina sîstema berevanî ya muşakan ya S-400 dîyar kiribû, bi sedema ku ew dikare ewlehîya çekên Amerîkî yên wek F-35 ku Tirkîyê dixebitîne, têxe xeterê.

XS
SM
MD
LG