Berdevikê Wezareta Derve yê Tirkîyê Hamî Aksoy îro Înê got ku di dema teslîmkirina sîstema mûşekên S-400 yên Rûsî de ti guhertin tuneye.
Aksoy, wek bersîvdana raportên dawî ku giheştina S-400’an hatiye paşxistin, dîyar kir ku her tişt wek plankirî didome.
“Hin raportên medyayî îdia dikin ku Tirkîye, ser daxwaza Amerîka, difikire ku wergirtina mûşekên S-400 paş bixe. Ew raport ne rast in. Peyvajoya wergirtina S-400’an ji Rûsya wek plankirî didome.”
Televîzyona Haberturk roja Duşemê ji zarê Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar ragihandibû ku radestkirina S-400’an dibe ku di Hezîranê de pêk neyê, lê ji peymana kirîna mûşekan veger tuneye.