Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci: Tendirustîya Mexdûrên Erdhejê Xirab E


Seroka Yektîya Tabîbên Tirkîyê (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci li qada erhejê li ser saxlemîya mexdûrên erdheje lêkolîn kir.

Fîncanci ji Dengê Amerîka re got ku saxlemîya mexdûrên erdhejê ber bi xirabîyê ve diçe û nexweşîyên zature, gurî û herwekî din nexweşî destpê kirine.

Li gor rêxistin û pisporên saxlemîyê piştî erdhejê rewşa ku pêk hatîye şert û mercê jîyanê li deverê erdhejê bi tevahî xirab kiriye.

Piştî erdhejê endam û rêvebirên TTB jî li van deran hin lêkolin kirin.

Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci ji girtîgehê dema derket ew jî yekser çû cîyê erdhejê û li vê derê di derheqa rewşa saxlemîya gel de agahî girt.

Fîncanci ev encam ji Dengê Amerîka rev rave kir û hestên xwe wiha anî ziman:

“Em li qada erdhejê rastî rewşeke gelek xirab hatin. Jixwe kêmahîyên sitarbûnê, paqijîyê hene, lê li ser vana jî ana kêmahîyên saxlemîyê xwe dîyar dike. Jiber vê jî pirê kesan bi kêç û sipî ketine, nexweşîya gurî, zatûre, dîsa di mîzkêşîyê de, pirbûna parazîtan û gelek nexweşîyên din de zêdebûnek çêbûye.”

Jiber vê erdhejê û pirsgirêkên ku pêk hatine Fîncanci hişyarî jî dide û dixwaze ku di vî warî de bergirî werin girtin. Fîncanci radigîhîne ku li heremê niha rîska nexweşîyên derbazker (vêgir) heye.

“Li vê derê şert û mercên heyî bingeha nexweşîyan durist dike. Jiber vê jî lazim e ku şertên heyî yên sitarbûnê werin baş kirin. Li pir cîyan em dibînin ku destavxane, banyo, ava paxij tuneye. Niha rewşa ku tê de ne jî di nav şertên xirab de ye û ev jî hawirdora nexweşîyê çêdike.”

Fîncanci bal dikşîne ku konên ku hatine vedan jî ne guncav in. Pirê van konan nêzîkî hevdu ne û ev yek jî di peroka nexweşîyê de zemîneke çêdike.

Fîncanci, li ser rakirina kavilan jî rawestîya û dîyar kir ku dema ev kavil tên rakirin di binê wan de gazên jahrî derdikevin û evan jî jibo tendirustîya mexdûrên erdhejê xetereke mezin dîyar dike.

TTB jî tevahîya van lêkolînên xwe wek raportek weşan û di vê raportê de amaje kirin ku li van deran kêmahîya bergirîyên tendirustîyê heye.

ED_06_03_2023_Sebnem_Korur_Fincanci
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:17 0:00
XS
SM
MD
LG