Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterê Berê yê HDP’ê Onder Îro Ket Girtîgehê


Parlamanterê berê yê HDP’ê Sirrı Sureyya Onder, ku cezayê wî ya zindanê ji alîyê dadgeha bilindtir ve hatibû erê kirin, îro xwe radestî girtgehê kir.

Onder, bi hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demrîtaş re, bi îdiaya “propogandaya rêxistina terorê” hatibû ceza kirin û 3 sal û 6 meh cezayê zindanê li wî hatibû birîn.

“Em ji rojên wiha çetin derbaz dibin ku bo kesên aştîxwaz û demokrasîxwaz tiştekî çaverêkirî ye. Tevî ku rewşa heyî reşbîn xuya be jî, bo tevahîya welatê me rojên xweş û geş pir nêzîk in. Min di Newrozê te çi gotiye, aniha jî li pêy gotinên xwe me. Di dawîyê de aştî û demokrasî wê bi ser keve.”

Dadgeha Cezayên Giran ya 26’an li Stenbolê, di heman dozê de bi îdiaya “propagandaya rêxistina terorê ya çekdar” 4 sal û 8 meh ceza li Demîrtaş birîbû.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Demîrtaş ve Onder jiber axaftinên xwe yên Newroza 2013’an ya li Stenbolê de, li Stenbolê hatibûn ceza kirin.

XS
SM
MD
LG