Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmret Kuştina Jina Kurd Saada Derwêş Dinirxîne


18 Gulanê de li ser sînorê Tirkîye û Sûrîye de jineke Kurd ya bi navê Saada Derwêş, ku xwest derbazê sînorê Tirkîyê bibe, bi guleyên leşkerên Tirkîye hat kuştin.

Meytê jina ciwan ji du saetan zêde li ser sînor ma û ji çûyina xwîna zêde jîyana xwe jidest da. Her du zarok û bavê Saada jî bûn şahide kuştina wê.

Em li ser wê bûyerê, bi Şaredara Cizîrê Leyla Îmret re peyîvîn.

“Mixabin qîymeta jîyana mirovan li vî welatî tuneye û kuştina mirova pir hêsan tê dîtin. Ev sînor bûne sînorên şermê”.

Hêjayî gotinê ye, dema ku Leyla Îmret 5 salî bûye, jiber sedemên sîyasî bavê wê tê kuştin.

"Ez ji zarokê Saada biçûktir bûm, lê dîsa jî dema kuştina bavê min hê jî di bîra min de ye."
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:28 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG