Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Banga Sadir Parlementerên Lîsta 'Sadir'yan Karvekişîna Xwe Radigihînin


Muqtada al-Sadr
Muqtada al-Sadr

Muqteda al Sadir serokê tevgera Sadir îro Yekşemê, bi rêya nameyekê ji endamên fraksiyona xwe ya li parliyamenta Iraqê re daxwaza kar vekişînê ji endametiya parlementoyê kirîye, wî got, nameyên kar vekişîna xwe pêşkêşî serokatîya parliyamentê bikin.

Îro Yekşembê Muqteda al Sadir, di nama xwe de ya ku arasteyî serokê fraksiyona Sadir Hesen Elaazarî kirî û daxwaz ji wî kirîye ku hemî endamên parlemenên lîsta Sadiryan kar vekişîna xwe radestî serokê Parlemena Îraqê Mohamed Halbousî bikin.

Li gor ajansên navxwe yên Îraqê, êvariya yekşemê her 73 endamên lîsta Sadir karvekişîna xwe pêşkeşî serokatiya Parlemenê kirine û kar vekişîna wan hatiye qebûl kirin.

Sadir di beşekî nameya xwe de da xuyakirin, ku ew spasîya hevpeymanên xwe dike, ji ber ku wan bi hev re kar kirine û ev yek jî wan ji bo xatirê welat kirine.

Ew herwiha dibêje, "ez spasîya pismamê xwe birêz Caafer Sadir dikim ku wî wek kandîdekî serbixwe bo posta serokwezîrîyê destnîşan kir."

Ev di demekî de diqewime piştî ku roja pêncşemê 9 Hezîrana sala 2022 serokê bizava Sadir Muqteda al Sadir di peyvekê de daxwaz ji hemû parlementerên bizava Sadir kir ku her dema ku ji wan dipirsin dest ji kar berdana xwe binivîsin û amade bikin û pêşkêşî serokatîya parlemenê bikin.

Derbarê rewşa siyasî ya asê mayî li Îraqê, Serokê Tevgera Sadir Muqteda al Sadir axaftinek kir û destnîşan kir ku ew ê ji ber destxitina nav karên welat ya aliyên derve û yên herêmî qet beşdarî avakirina hikumeteke lihevkirin, alîgir û gendel nabin.

Wî got "Îraq pêdivî bi hikûmeteke piranîya niştîmanî heye, ne ku hikûmeteke lihevhatinê be".

"Reformên li welêt ancax bi avakirina hikumeteke piraniya neteweyî pêk were." Sadir got.

XS
SM
MD
LG