Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sadr Bang li Alîgirên Xwe Dike ku Dawî li Xwepêşandanan Bînin


Rêberê Şîa yê Îraqê Muqteda Sadr
Rêberê Şîa yê Îraqê Muqteda Sadr

Rêberê Şîa yê Îraqê Muqteda Sadr îro Sêşemê ferman da alîgirên xwe ku dawî li xwepêşandanên xwe yên li navenda Bexdayê bînin.

"Ev ne şoreş e jiber ku taybetmendîya xwe ya aştîyane hinda kiriye. Rijîna xwîna Îraqê qedexe ye. Ez jiber mirina 22 kesan di xwepêşandanên ji Îraqîyan lêborîna xwe dixwazim."

Sadr yek saet dem da alîgirên xwe ku dawî li xwepêşandanan bînin û ji Herema Kesk derkevin, qada ku wan pirtir ji hefteyekê bû çalakîya rûniştinê dar dixistin û ji do ve jî avahîyên hikûmetê dagir kiribûn.

"Di nava 60 deqeyan de ger Tevgera Sadr venekişe, tevî davîkirina çalakîya rûniştinê ya li parlemanê, ezê jî tevgerê biterikînim. "

Gotara Sadr rojek piştî tundîtûjiya herî xirab ya li paytext Bexdayê ya di salên sdawî de pêk hat; piştî krîza siyasî 10 mehan ya ji hilbijartinên parlemanî yên Cotmehê vir ve.

Sadr di hilbijartinên Cotmehê de weke serkeftîyê herî mezin derket lê wî di hevla avakirina hikûmetê de bi ser neket.

Ew jiber serneketina hewla xwe ya bo avakirina hikûmetê, partîyên hevalbendên Îranê tawanbar dike û herwiha wan bi dizî p bertîlê jî sûcdar dike.

Sadr di Hezîranê de parlamenterên xwe ji parlamentoyê vekişand û piştre banga hilbijartinên pêşwext kir û di qanûna bingehîn ya welêt de guhertinên ne zelal daxwaz kir.

Lê, rikebirên Sadr yên sîyasî bicîhanîna daxwazên wî qebûl nekirin ku Îran piştgirîya wan dike.

Ev krîza siyasî ya demdirêj ku her du komên rikebir yên Îraqê bo desthilatdarîyê hevrikiyê dikin, di heyama herî dirêj ya bê hukûmetê ya welat de ku bû sedema alozîyên nû dema ku welêt hewl dide xwe ji pevçûnên bi dehan salan rizgar bike.

Pevçûnên vê care di nava alîgirên Sadr û komên çekdar yên giredayî Îranê de pêk hatin ku her du alî Şia ne ku ji 2003’an vir ve desthiladarîya Îraqê di dest wan de ye, ji dema ku Amerîka welat dagir kir û dîktatorê Sunnî Saddam Huseyîn têk bir vir ve.

"Milîsên bê kontrol hene, erê, lê ev nayê wê wateyê ku divê Tevgera Sadr jî bê kontrol be," Sadr got.

Milîtanan zûtirîn îro rokêt avêtin Herema Kesk û çekdar bi kamyonên ku li ser mîtralyoz û çekên giran hebûn li Heremê digeryan, dema ku qedexeya derketina derve hatibû ragihandin.

Li seren sere Baxdeyê doh şev dengên çekan û roketan berdewam kirin.

Karbidestekî hikûmeta Îraqî ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Reutersê got ku desthilatdar ne di helwesta kontrolkirina rewşê de ye jiber ku leşkerî di nava aligirên Îranê û aligirên Sadr de dabeş bûye.

Pevçûnên tund yên Duşemê piştî daxuyanîya Sadr destpê kir, ku wî vekişîna xwe ya ji siyasetê ragihand û got ku tevahîya sazîyen xwe digire.

Sadr dîyar kir ku wî ew biryara wek bersivekî daye, jiber serneketina rêber û partîyên din yên Şîa bo serrastkirina sîstema desthilatdar ya gendel û xirab.

Leşkerîya Îraqê jî doh li seranserî welat qedexeya derketina derve ya bêdem ragihand û daxwaz ji xwepêşanderan kir ku Herema Kesk biterikînin.

Amerîka jiber alozîya kujer fîkarên xwe dîyar kir û bo sivikkirina pirsgirêkên sîyasî yên Îraqê banga dîyalogê kir.

Berdevikê Civata Ewlekarîya Neteweyî ya Qesra Sipî John Kirby got ku li gor Washington bo niha pêwîst nake ku karmendên balyozxaneya xwe ya li Herêma Kesk ya Bexdayê derxîne.

XS
SM
MD
LG