Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keştîya Şer 'Sahand' ya Îranê Tevî Hewildanan bi Tevahî Binav Dibe


Weneyê keştîya binavbûyî ya şer Sahand ya, bendera Ebasê 9 Tîrmeh, 2024.
Weneyê keştîya binavbûyî ya şer Sahand ya, bendera Ebasê 9 Tîrmeh, 2024.

Ajansa Nurnewsê ragihand, ku keştîya şer Sahand ya hêza deryayî ya Îranê îro Sêşemê li bendera başûrê bajarê Bender Ebasê bi temamî binav bûye.

"Keştîya şer a Sahand, ku roja Duşemê bi zehmetî hevsengîya wê ya li ser avê jinûve hat ava kirin, aniha piştî qutbûna têkilyan bi keştîyê re binav bû," Nurnews, ajansa Civta Bilind ya Ewlekarîya Neteweyî got.

Roja Yekşemê, medya dewletê ragihandbû ku keştî di dema nûvekirinê de jiber wergitina avê noqî avê bûye û xebatên hevsengkirina wê berdewam dikin.

Keştiya şer Sahand li Îranê bi nepenî hatibû çêkirin û cara yekê di 2018’an de hat kar anîn. Sahand xwedî kanînên şerê elektronîk bû û pêkan bû ku li ser wê helikopter, mûşekavêj, mûşekên bejayî û esmanî, çekên dij-firoke û dij-keştîyan werin kar anîn, li gor medya xwecehî.

Îranê jibo hilberîna çekan pîşesaziyeke mezin ya navxweyî ava kiriye,
li hember tole û ambargoyên navneteweyî ku derkirîna gelemperîya çekan astend dikin.

Tehranê di 2010’an de, hilberîna keştîya xwe ya şer ya yekê dîyar kir, wek beşek ji bernameyek nûvekirina alavên xwe yên deryayî. Nêzî tevahîya keştî û alavên deryayî yên Îranê, ji berîya şoreşa Îslamî ya 1979’an mabûn û ji hêla Amerîka ve hatibûn hiiberîn.

Di 2021’an de jî, keştîya (Xarg - Kharg) ya Hêza Deryayî ya Îranê binav bû, piştî ku li Kendava Umanê agir pê ketibû, lê ti ziyana canî çênebû.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG