Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Hizbullaha Lubnanî bi Temamî Dê Qedexe Bike


Sajid Javid wezîrê navxwe yê Brîtanya
Sajid Javid wezîrê navxwe yê Brîtanya

Duşemê Berpirsên Brîtanya dan zanîn ku ewê Hizbullaha Lubnanî bi temamî tevî şaxên wê yên siyasî jî, weke rêxistinek terorîst binav bikin.

Wezîrê Navxweyê Brîtanya Sajid Javid got "Hizbullah berdewame li ser hewildanên têkdana rewşa têkçûyî ya Rojhilatanavîn, weha bûye ku êdî em nikarîn cûdahiyê bixin nava şaxê wê yê leşkerî ku di nava lîsta terorê de ye û Hizbullah weke partiyek siyasî".

Javid dîsan got"Jiber vê yekê biryar hatiye stendin ku hizib bi temam bihê qedexekirin".

Hizbullah ya ku ji aliyê Îranê ve tê piştevankirin, ji aliyê Amerîka ve ketiye di lîsta terorê de, ku hefteya burî Amerîka da bû zanîn ku serdestiya Hizbullahê di hikûmeta Lubnanê de zêde bûye.

Biryara Brîtnaya ya qedexekirina Hizbullahê roja Îna bihê dê bikeve di warê cîbicîkirinê de, dema ku ji aliyê parlamenê ve bihê erê kirin.

Ev tê wateya ku her berpirs yan endamekî Hizbullahê be yan piştevaniya wê bike weke tawankar tê dadgehkirin û siza heta 10 salên zîndankirinê dê bihê dayin.

Wek tê zanîn ku Brîtanya di navbera salên 2001 û 2008an de hin şaxên leşkerî yên Hizbullahê qedexekir bûn, lê niha dixwaze wê bi temamî bixe di lîsta qedexkirin û terorê de.

XS
SM
MD
LG