Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wêneyên Satelaytî Wêranbûna Bingeha Esmanî Sakî ya Rûsî Piştrast Dikin


Wêneyeke satelîtê ya Planet Labs PBC, Bingeha Esmanî Sakî ya Rûsya berî teqîna di 9’ê Tebaxa 2022’an de, nîşan dide.
Wêneyeke satelîtê ya Planet Labs PBC, Bingeha Esmanî Sakî ya Rûsya berî teqîna di 9’ê Tebaxa 2022’an de, nîşan dide.

Wêneyên satelaytî yên ku îro Pêncşemê hatin weşandin nîşan didin ku bingeha esmanî Sakî ya Rûsî çawa wêran bûye.

Bingeha esmanî ya Sakî li berava başûrê rojavayê Qirimê cîh digire û berîya çend rojan bû armanca êrîşeke tund û hêzdar.

Wêneyên ku ji hêla kompanîya satelaytê ya serbixwe, Planet Labs ve hatine weşandin, sê cîhên ku wek qulên mezin yên nêzî hev nîşan didin ku wek delîlên têkbirina avahîyên li bingehê tên dîtin.

Wêneyên satelaytî herwiha nîşan didin ku li bingeha Sakî jiber êrîşê zarareke mezin ya şewatê pêk hatiye.

Di wêneyan de herî kêm heşt firokên şer ker rûxand jî bi zelalî xuya dikin.

Pisporên leşkerî yên Rojavayî dibêjin ku asta zararê û tundîya êrîşê ya berbiçav, kanîneke nû ya bi hêz û bi bandorên girîng ya êrîşkirinê nîşan dide.

Pispor herwiha dîyar dikin ku ger Ukrayna ew êrîş kiribe, dibe ku Kîev kanîna nû ya lêdana ji dûrahîya dirêj bi dest xistibe.

Rûsya red kir ku firokên wê têk çûne û got ku peqînên ku roja Sêşemê ku li bingehê pêkhatine, di encama qezayekê de qewimîne.

Ukrayna heya niha bi rengekî fermî berpirsîya êrîşê negirtiye ser xwe û herwiha şêwaza êrîşê jî eşkere nekiriye.

Şêwirmendê seroktîya Ukrayna Mykhailo Podolyak ji Reutersê re got ku ew bi awayekî fermî tiştek piştrast yan red nakin.

"Di derbarê bûyerê de gelek senaryo hene, lê bila di bîra we de be ku li wê navendê gelek peqînên hevdemî çêbûn.”

XS
SM
MD
LG