Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sakik: 23 Sal Derbaz Bûye, Lê li Tirkîyê Pir Tişt Neguherîne


2’ê Adarê de bi biryareke taybet dest li ser şaredarîya DBP’ê ya Agirî hat danan û şûna bajarvan Sirri Sakik walîyê bajêr, weke şaredarê nehilbijartî, kayum hat tayîn kirin.

“23 sal bere rojek weke îro em ji parlamentoyê derxistin. 23 sal derbas bûye, lê tiştek neguherîye. Sîyaseta desthilatdar dixwaze sîyaseta giştî li gor xwe ayar bike û di mêjîyê wan de aşitî û biratî tuneye.”

Bi giştî 106 şaredarên DBP’ê hebûn, ligel şaredarîya Agirî heta niha dest li 81 şaredarî hatine danan.

Hêjayî gotinê ye rojek berîya destdanîna ser şaredarîya Agirî, Sakik û Ahmet Turk di civineke taybet de bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesut Barzanî re civîbûn.

Sakik bi bîr xist ku cara yeke di vê serdanê de ala rengin li li kelêka ala Tirkîye hat rakirin, lê rojeke şûnda şaredarî ji destê wan hat standin.

KHF_3_2_17_Sakik
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:53 0:00

XS
SM
MD
LG