Ajansa Reuters da xuyakirin ku, Sven Mary parêzerê gomanbarê yekê yê êrîşên parîsê Salah Ebduselam, yê ku doh di operasiyonekê de li bajarê Bruksel hatî giritn, naxwaze ew radestî dewleta Fransî bihê kirin, lê ew hevkare li gel polîsên Belcîka.
Parêvan Sven Mary, avukatê tawanbar Selah Ebduselam, lii bajarê Bruksel derketiye pêşberî rojnamevanan û gotiye " Ew li gel dadgeriya Belcîka yê hevkare…Fransa dixwaze ew radestî wê bihê kirin, lê ez dikarim bêjim we, emê radestkirina wî ya Fransa red bikîn" . Weke parêzvan Stevn Mary dibêje.
Selah Ebduselam roja înê 18ê Adarê li bajarê Bruksel li herêma Molenbeek ya paytexta Belcîka di operasiyonekê de, bi birîndarî hat desteser kirin, ew weke tawanbar û beşdarê peqîna Parîsê ya 13î Novembera 2015an tê dîtin.