Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salah Ammo: Muzîka Kurdî Zengîn E Lê Karên Baş Bo Wê Nebûye


Muzîka kurdî bi hemû rengên xwe yên cuda bûye mîna nasnameyek ron û zelel ji çand û kultûra vî miletî re, ku rola hunermendên wê hebû stran, awaz û dîlana wê bi miletên din bidin naskirin û bibin pirra dinav kurdan û miletên din de.

Hunermend Salah Ammo yek ji wan hunermenda ye, ku ji bajarokê Dirbêsiyê yê li ber xeta trînê li ser sînorê Sûriyê bi Tirkî re ta Viyena, Buziqa xwe bi xwe re hilgirtiyê û li her şûnekî dixwaze ku beşekî ji hunera kurdî bi xelkê bide naskirin.

Salah Ammo di sala 1978an de, li bajarê Dirbêsiyê li Bakurêrojhilatê Sûriyê ji dayik bûye.

Ji ber ku Salah di nav hevwelatiyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Aşûriyan de mezin bûye, bandora muzîk û çanda van miletan li ser wî hebû.

Di sala 2004an de enstîtûya muzîkê ya bilind “Conservatwar” li Şama paytexta Sûriyê qedandiye.

Di gelek warên muzîkê de xebitiye û kar kiriye, wek sazvan kar kiriye û herwiha mamostetiya zanîngehê, afirandina muzîkê (kompozer) û dengbêjî jî kiriye.

Di sala 2007an de komek bi navê "Perên muzîkê" û dengbêjiyê “Joussour” damezrandiye.

Mijûlbûna vê komê bi muzîka gelên Şamê û gelên ku di navbera herdu çeman de (Diclê û Firat), anku li “Mezopotamya” de dijîn wek: Kurd, Erab, Suryan û Ermenan. Koma Joussour pir nav û dang da weke komeke stranan bi gelek zimanan dibêje û muzîka wê balkêş û xweş e. Di sala 2009an de koma “Joussour” xelata çêtirîn komên ku beşdarî bajarê Vandazor li Ermenistanê bibûn, wergirt.

Salah ji sala 2013 ve li bajarê Viyena li Nemsa (Austria) dijî û xwe ji kar û xebata hunerî re vala kiriye. Di sala 2014an de Salah gihişt lîsta kurt yan Xelata Austryayê ya ji Muzîka Cîhanê re „Austrian World Music Award”. Û li gor rapora salane ya sala 2016an a Saziya Muzîka Nemsawî, Salah Ammo wek yek ji navên herî diyar û naskirî li ser asta muzîka cîhanê li Nemsayê tê hejmartin.

Di sala 2011an de Salah Ammo albûma xwe ya bi navê “Bayê Sibê” derxist. Albûm ji deh stranên Kurdî pêk hatiye.

Di sala 2014 an de, albûma xwe ya bi navê “Assi” derxist. Albûm ji neh stranên Kurdî û Erabî pêk hatiye. Herwiha Salah ji bo wergirtina Xelata Rexnegiran „Preis der deutschen Schallplattenkritik“ li Almanyayê hatiye berbijêrkirin.

Salah bi bawerî xebatên xwe berdewam dike û li ser muzîkê dixwîne û her wisa jî berhmên nuh diafirîne da ku karibe hunera kurdî bide nasîn û li pêşxêne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:30:53 0:00


XS
SM
MD
LG