Wezareta Navxweyî ya Yemenê ragihand ku serokê berê yê Yemenê Alî Abdullah Salih di encama şerekê de li Yemenê hate kuştin.
Wezaretê da peyameke ser înternetê de dîmen jî weşandin ku tê de kesekî ku pir dişibe Salih xwane dibe ku ji serê xwe bi gule hatiye kuştin.
Televîzyona al-Masirah ya bin kontrola Husîyan ragihand ku "krîza mîlîşayên îxanetkar bi dawî hat û rêberê wê jî hate kuştin."
Salih heta hefteya borî hevalbendê Husîyên Şîa bû û dijî serokê niha Abdrabbuh Mansur Hadî şer dikir, lê wî dawî li peywendîya xwe bi Husîyan re anîbû û dijî wan dest bi şer kiribû.