Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berhem Salih: Xelata Nadia Murad Wergirtî bo Hemî Îraqîyan Rûmet E


Serokomarê nû yê Îraqê Berhem Salih, Nadia Murad, ku Xelata Aştî ya Nobelê ya 2018’an wergirt, bi rêka telefonê pîroz kir.

Salih da zanîn ku xelata ku hatiye dayîn, ‘’bo hemî Îraqîyên ku dijî terorîzmê têkoşînê dikin rûmet e’’

Nadia Murad ser wergirtina xelatê dîyar kiribû ku bo wê ‘’rûmeteke mezin’’ e û dabû zanîn ku ew xelata xwe bi ‘’hemî Îraqî, Kurd, pêkhate û mexdûrên tundûtûjîya seksî’’ par vedike.

Tevî Nadia Murad, Doktorê Kongoyî Denis Mukwege jî jiber xebatên xwe yên dijî tundûjîya seksî xelat wergirt.

Her du bizavkar dê 10 Berfanbarê de li Oslo ya Norwêcê xelatên xwe bistînin.

XS
SM
MD
LG