Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mihemed Bîn Salman Serdana Çînê Dike


Prensê Cîgir yê Erebistana Saudî Mihemed Bîn Salman gera xwe ya li Asya didomîne.

Mihemed Bîn Salman piştî serdana Hindistan û Pakistanê derbazî Çînê bû.

Li ber e ku Mihemed Bîn Salman roja Înê bi Serokê Çînê Xi Jinping re bicive.

Her du rêber dê ser berfirehkirina bazirganîya di navbera Erebîstana Saudî û Çînê de biaxifin.

Pispor dîyar dikin ku piştî kuştina Cemal Xaşiqcî, navbera welatên rojava Erebistana Saudî xirab bûye û Mihemed Bîn Salman hewil dide ku bi dewletên mezin ên Asya re peywendîyan xurt bike.

XS
SM
MD
LG