Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibe ku Mihemed Bîn Salman û Guterres li Arjantînê Bicivin


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres berî bo Hilcivîna G20 here Arjantînê dîyar kir ku ew hazir e ku li wir bi Prensê Cîgir yê Erebîstana Saudî Mihemed Bîn Salman re hevdîtinekê pêk bîne.

Guterres li New Yorkê ji rojnamevanan re da zanîn ku ew dixwaze bi Mihemed Bîn Salman re ser şerê Yemenê û kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî biaxife.

Wî tevî daxwaza civînekê got jî, eşkere nekir ku randevu daye Mihemed Bîn Salman yan na.

Sekreterê Giştî yê NY’ê da zanîn ku bo aştîya Yemenê, Erebîstana Saudî dikare ‘’roleke girîng’’ bilîze.

Guterres dîyar kir ku dibe ku di serê Berfanbarê de, li Swêdê danûstandinên bo aştîyê destpê bikin û got ku ew hîn negêhiştine wê astê.

XS
SM
MD
LG