Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El Salvador Bo Şerê Dijî Çeteyan 10 Hezar Hêzên Ewlekarîyê Bicîh Dike


Dîmeneke hêzên ewlekarîyê yên El Salvador li herema Soyapango ku keleha çeteyan tê zanîn, 3 Berfanbar,2022.
Dîmeneke hêzên ewlekarîyê yên El Salvador li herema Soyapango ku keleha çeteyan tê zanîn, 3 Berfanbar,2022.

Serokê El Salvador Nayib Bukele îro Şemîyê ragihand ku 10 hezar hêzên ewlekarîyê li bajarokê Soyapango ya paytext San Salvador hatine bicîh kirin, ku wek keleha çeteyan tê zanîn.

"Soyapango bi tevahî hatiye dorpêçkirin ye," Bukele ji ser Twitterê ragihand.
Nayib Bukele da zanîn ku 8.500 leşker û 1.500 karbidest bajarok dorpêç kirine; hevdem tîmên polîs û artêşê hatine erkdarkirin ku hemû endamên çeteyan yek bi yek derxînin.

Ev gava herî dawî ya desthilatîya El Salvador e, hemberî çeteyên mîna Mara Salvatrucha û Barrio 18 têne naskirin ku herema Soyapango li rojhilata herêma paytext ya wî welatî ye.

Serokê El Salvador Bukele dijî tundîya çeteyan ji Adarê ve dest bi şereke mezin kiriye ku komên mafên mirovan dibêjin ku bi desterserkirinên nerewa, nîqaşbar e.

Bukele heta niha fermana girtina zêdetirî 50 hezar kesan daye; endamên komên çete, yên ku ew wek terorîst binav dike û her wiha bo wan kesan karanîna mafên bingehîn yên qanûnî red dike.

Bukele dibêje ew armanc dike ku ku rêjeya kuştinê ya li El Salvador di rojê de daxîne kêmtirî du kesan, piştî ku bi dehan Salvadorî di Adarê de di dawîya hefteyeke de hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG