Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Salvegera 8'an ya Komkujîya Şengalê Ye


Îro 3’yê Tebaxê salvegera 8an ya komkujîya dijî Êzîdîyan Şengalê ye.

Dewleta Îslamî (DAIŞ) di 3’yê Tebaxê ya 2014’an de êrîş bir ser Şengalê, li wir bi sedan Êzîdî kuştin û hin ji wan zarok û jin bi hezaran kes revandin.

Şengal di Cotmeha 2015’an de ji destê DAIŞ’ê hat derxistin, lê bi hezaran Êzîdî hîn jî li kampên li Îraq û Sûrîyê koçber in.

Kurdên Êzîdî ser komkujîya dawî ya dijî wan dibêjin ‘’Fermana 73’yan’’ e û her sal di 3’yê Tebaxê de qurbanîyan bi bîr tînin.

Parlamantera Herêma Kurdistana Îraqê di sala 2019’an de ragihandibû ku 3’yê Tebaxê êdî ‘’Roja Jenosîda Dijî Kurdên Êzîdî’’ ye.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî ser 3’yê Tebaxê peyameke yadkirinê weşand.

HDP’ê da zanîn ku ew hovîtîya li civaka Êzîdîya hatiye kirin ji bîr nakin û hemû qurbanîyan bi rêzdarî bi bîr tinin.

XS
SM
MD
LG