Îro, 16'ê Adarê, salvegera Qirkirina Helebce ye ku di wê rojê de Saddam Huseyîn fermana êrîşên kîmyayî li ser bajarê Helebcê dabû.
Di wê êrîşê de nêzîkî 5,000 jin, mêr û zarok hatibûn kuştin û bi hezaran kes jî bi giranî birîndar bûbûn.
Loma ev roj her sal wek Roja Bîranîna Qirkirina Helebce tê derbaz kirin û qurbanîyên wê qirkirinê tên bîranîn.
Pismamê Saddam Huseyîn, Elî Hesen El Mecîd wê êrîşê bi rêve birîbû û loma jî wek bi navê ‘Elî Kîmyawî’ navdar bûbû.
Jibo bîranîna qurbanîyên Qirkirin Helebce, Kurd merasîmên taybet li seranser cîhanê li dar dixin û li Herêma Kurdistana Îraqê jî hemwelatî bo pênc deqîqeyan bêdeng radiwestin.
Êrîşa Helebce, beşek ji operasyonên 'Enfal’ ya Saddam Huseyîn bû ku bi hezaran Kurd hatibûn kuştin û birîndar kirin û gelekên din jî ji cîhûwarên xwe hatibûn qetandin.
Dadgeheke Îraqî Elî Hesen Mecîd jiber rolê wî ya di komkujîya Helebce de bi “tawanên li dijî mirovahî” mehkum kiribû û ew di sala 2010'an de hatibû darve kirin.